ROJEVA 4'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-04 09:00:00   *Jina bi nav Baranê Sulêman ku ji biçûkantiya xwe hat 70’ê saliya xwe parastina çanda xwe ya kurdî kiriye wiha dibêje:  “Çand nasnameya mirovan e.“DÎMEN HEYE   *Jinên êzîdî ku tevlî duyemîn Konferansê Yekîtiay Jinên Êzîdî ya Kantoan Efrînê û bajarê Helebê bûn, diyar kirin ku tenê ew riya berxwedanê nas dikin, wê bi têkoşînê komkujîyên li ser Gelê Êzîdî bi dawî bikin. DÎMEN HEYE   *Serokomar Tayyîp Erdogan îdia kiribû ku di navbera xebatên şaredariyên qeyûm lı wan hatine tayînkirin û şaredariyên bajarên rojava de cudahî nameye. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ji ku bertek nişani vê gotinê da wiha got: “Bi Raporên Sayiştayê yên qeyûmên te destur hat dayîn ku xesp û dizî bê kirin û nelêrêtiyên wan hatin tepsîtkirin. Em ê di Adarê de suprîzekê ji qeyûman re bikin û bi qutiyên suprîzê wan bişînin Enqereyê.”   *Jinên Erdîşê piştgirî dan çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di roja 89’emîn de greva  birçîbûnê didomîne û destnîşan kirin ku heta tecrîd ranebe wê Gelê Kurd bi rehetî bîhna xwe negire, her wiha wê berxwedan jî heta dawî bidome. BI DÎMEN   *Jinên tevlî Hevdîtina Jinan a Tirkiyeyê ya li Stenbolê pêk hatin bûn, diyar kirin ku ew bi biryarin li ser xeta hevpar bimeşin û destnîşan kirin ku luksa tu kesî tune ye ku otorîteya xwe li ser dijminahiya jinan ava bike û  cuda cuda bimeşin. BI DÎMEN   *Sedat K. yê li zanîngeha Dîcleyê hîndekare, hat îdiakirin ku li hember xwendekarekî êrîşa zayendî pêk aniye û hereqet lê kiriye. Derket holê ku bi vê îdiayê der barê wî de îdianame hatiye amadekirin. Gumanbar Sedat K. ji bo xwe paqij derbixe, xwendekar bi FETO’yê sûcdar kir.