Li Bakirkoyê deh hezar bûn yek: Wê îmralî tecrîdê bişkîne 2019-02-03 17:53:29   STENBOL - Mîtînga HDP'ê ku li Qda Azadiyê ya Bakirkoyê li dar xist bi dawî bû. Deh hezarên ku xwe kirin yek gotin; "Wê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, em ê bi rêbertiya azad re bigihên pêşerojên azad."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga ku pêk anî bi dawî bû.  Di dawiya mîtîngê de Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê.   Piştî ku mîtîng bi dawî bû dema ku girse belav dibû, bi hinceta dirûşm berz kirin herî kêm 11 kes hatin binçavkirin.