Dîlan Dîrayet Taşdemîr: AKP ji bo hebûna xwe mayînde bike tecrîdê pêk tîne 2019-02-03 17:03:45   STENBOL - Mîtînga Stenbolê ya bi dirûşmeya "Em ji bo Ked, Aştî û Edaletê digêjin hev" bi axaftinan didome. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr derket ser dikê û berxwedêrên li dijî tecrîdê ketine grevê slav kir. Taşdemîr wiha got: " Leyla Guven 88 rojin grava birçîbûnê de ye. Di şexsê Leyla Guven de têkoşîna li dijî tecrîdê berdewam dike. Yên ketine grevê dibêjin bila tecrîdê rabe. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev hikûmet û îktîdar êdî hiqûqa xwe binpê dike. Lê berxwedana me wê tecrîdê bişkîne."     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes beşdardî mîtîngê bûn. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir û bi axaftinan didome. Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr derket ser dikê. Daşdemîr, girse û kesên li dijî tecrîdê kedine greva birçîbûnê silav kir.    'Guh bidin vî dengî'   Di mîtingê de piştî rêzgirtinê Hevserokê Giştî Sezaî Temellî ewil derket ser dikê û axivî û wiha got: Bajarê têkoşîna demokrasî, ked û aştiyê Stenbolê. Li her derê welat bê edaletî difişiqe. Li dijî vê edaletî û zilmê ev têkoşîn bilind dibe. Em silavên xwe li vir ji birêz Leyla Guven ku li dijî tecrîde bi bedena xwe têdikoşe re dişînin.  Ger ku aştî, demokrasî, azadi bê vî welatî, berî her tiştî divê ev tecrîd bişkê. Ji ber vê yekê Leyla Guven 88 rojin li ber xwe dide. Em li  vir soz didin Leyla Guven em ê vê tecrîdê bişkînin.  Nasır Yagız 75 rojin vêtêkoşîna bi rûmet dimeşîne. Li girtîgehan 50 rojin girtiyên zindanan vê tekoşînê dimeşîne. Li strasbourgê vêtêkoşîna bi rumet dimeşînin. Sebahat Tuncel li zindanê vê têkoşîna bi rûmet dimeşînin. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Em carek din bang li rayedaran dikin. Ya tê xwestin maf û hiqûq e. Em dixwazin demek berî demekê tecridê bi dawî bikin. Hevditina malbat û parêzeran bila bi rêk û pêk bên kirin. Ji bo wê çi lazim be divê gav bên avêtin. Heta ku ev tecrîd bişkê em ê vê tekoşîna xwe berdewam bikin.  Bi la her kes guh bide vî dengî. "   Sezaî bal kişand ser cezayê li Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel jî û got ku ew vê biryara dadgehê dayî nas nakin.    'Tecrîd sucê mirovahiyê ye'   Piştî Sezaî Temellî, Dîlan Dîrayet Taşdemîr mafê axaftinê girtin û bal kişand ser çalakiyên grevê û wiha got: "Ji zindanan heta Strasbourgê û ji Strasbourgê heta Hewlerê û Amedê em berxwedêrên grevê silav dikin. Li Amedê têkoşîna Leyla Guven em silav dikin. 88 rojin grava birçîbûnê di şexsê Leyla Guven de têkoşîna li dijî tecrîdê berdewam dike. Yên ketine grevê dibêjin bila tecrîdê rabe. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hikûmeta AKP û MHP ji bo îktîdara xwe vê tecridê berdewam bikin. Leyla Guven dibêje ger ku hûn dewletek hiqûqê bin divê hûn hiqûqa xwe nas bikin. Lê em dibînin ku ev hikûmet û îktîdar hiqûqa xwe binpê dike."     'Têkoşîna Leyla li Cîhanê belav bûye'   Dîrayet, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Dengê Leyla Guven û hevalên wê li çar aliyên cîhanê belav bûye. Hemû kes dibêjin Leyla Guven mafdar e. Dibêin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hûn vî sûcî nekin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir. Di nava 3 salan de îro tecrîd li hemberî her kesî pêş ketiye. Îktîdara ku tecrîd pêş xistin naxwazin dengê gelan aştî, demokrasî û aramî pêş bikevin. Ji ber ku ji fikr û ramanê Birêz Ocalan ditirsin vê tecrîdê kûr dikin. Fikrên birêz Ocalan wekî rêya sêyemîn çareserî ye. Çareseriya li Rojhilata Navîn rêya sêyemîn e. Yên tecridê dimeşînin dibêjin mafê DAIŞ'ê heye, lê mafê kurdan tune. Dixwazin kurd wekî 100 sal berê di nava şert û mercên koletiyê de bijîn. Em dibêjin em kurd vê yekê qebûl nakin. Kurd xwedî maf e. Li hemberî çalakiya Leyla Guven hikûmeta AKP MHP xwe ker kiriye û nabîne. Em ji hikûmetê re dibêjin xema te be, ne xeba te be, têkoşîna me dê bidome û bi ser bikeve. Hemû cîhan li hemberî çalakiya Leyla Guven bi rêzdarî nêzîk dibin. Ji ber ku çalakiya Leyla ji bo aştî, demorasî û aramiyê ye. Leyla Guven bedena xwe û canê xwe daniye holê."    'Dê têkoşîn tecrîdê bişkîne'   Dîrayet, herî dawî anî ziman ku muxatabê çareseriyê diyarin û wiha bi dawî kir: "Muhatab diyar e waye li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Muxatab ji bo çareseriyê kedek mezin dide. Ev çalakî dê tecrîdê bişkîne. Divê em dengê Leyla Guven û çalakgerên din bêtir bilind bikin. Jinên kurd ên dest bi vê çalakî û berxwedanê kir tu carî dest ij vê çalakiyê bernadin. Çiqas berxwedan pêş bikeve azadî ew qas nêzîk e. Em teqez em dê bi ser bikevin. Hezar carî em slavên xwe ji berxwedêran re dişinin."   Ji Leyla Guven peyama mîtîngê   Piştî Dîlan Dîrayet Taşdemîr Leyla Guven bi bernameya zindî tevli mîtîngê bû. Leyla Kurt axivî û wiha got: "Ez bi rûhê berxwedana li zindana Amedê we silav dikim. Bi hebûna we serbilind im."    Mîtîngê  bi stranan berdewam kir