Ayten Ozturk sibe derdikeve pêşberî dadger 2019-02-03 15:56:01   ENQERE - Ayten Ozturk a ku piştî hat binçavkirin û 6 mehan agahî jê nehat girtin daneşîna doza wê sibe tê dîtin.    Daneşîna doza Ayten Ozturk ku di 8'ê Adara 2018'an de balafirgeha Lubnanê hat binçavkirin û 6 mehan agahî jê nehat girtin ku piştre diyar bû li TEM'a Enqereyê ye wê sibe bê dîtin. Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ku diyar kir ayeten bi îşkenceyek giran re rûbirû maye ji bo daneşîna 16'emîn a doza Aytenê banga tevlibûnê kir.