Mîtînga Bakirkoyê hat destpêkirin: Gel di qadê hilnehatin 2019-02-03 15:53:24   STENBOL - Mîtînga Stenbolê ku li dijî tecrîda li îmaraliyê û ji bo piştevaniya gitiyên di çalakiya greva birçîbûnê de li Bakirkoyê hat lidarxistin gel di qadê hilnehat û konan tijî bûn.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya  Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 88'emîn de berdewam dike û ya gitiyên li zindanan li Bakirkoya Stenbolê mîtîng li dar xist. Di mîtînga ku bi dirûşman "Em ji bo ked û aştiyê kom dibin" li Qda Azadiyê ya li Bakirkoyê hat lidarxistin de bi hezaran kes amade bûn û di qadê hilnehatin.    'Leyla Guven rûmeta me ye'   Welatiyên ku hatin qada bi alên HDP'ê hatibû xemilandin, dema ku li benda lêgerînê bûn govend gerandin. Ciwanên ku di lêgerînê re derbas jî bûn pankarta bi dirûşmên, "Tecrîdê bişkîne! Faşîzmê parçe bike", "Selam Selam ji Îmraliyê re", "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan". " Bijî berxwedana zindanan", "Leyla Guven Rûmeta me ye"  vekirin û ketin qadê.    'Wê Leyla Guven jî li mîtîngê bang bike'   Mîtîng bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê dest pê kirin. Di mîtînga ku bi dehan parlamneterên HDP'ê tevli bûn de nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî amade bûn.   Mîtînga ku bi axaftina hevserokê HDP'ê sezaî Temelî hat destpêkirin wê Hevberdevka HDK'ê Sedat Şenoglu jî biaxive. Piştre wê Leyla Guven jî bi weşana zindî tevli mîtîngê bibe.