Li Girkêlegê gel ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re meşiya 2019-02-03 14:44:40   GIRIKÊLEGÊ - Bi dirûşma 'Bi rihê berxwedana zindanan em ê faşîzmê têk bibin", gelên navçeya girkêlegê bi meşekê piştevaniya xwe ji Leyla Guven re nîşan dan.   Bi armanca piştgriya çalakiya gireva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê  Leyla Guven li dijî tecrîda li Îmraliyê 88 roj e di greva birçîbûn de ye û girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi sedan kes ji gelên navçeya girkêlegê daketin qadan û meş li dar xistin.   Di meşa ku ji Qada Şehîd Xebat hat destpêkirin û li bazara bajêr veguherî mîtîngê de dirûşmên "Bijî serok Apo", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û " Bijî berxwedana Leyla Guven" hatin berzkirin.   Piştî meşa ku veguherî mîtîngê ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û li ser navê  Kongreya Star Narîşan Berekat axftin kir. Norşîn di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got:  " deshilatdaran ji bo Rêber Apo zindan bikin hêza xwe kirin yek. Lê bi têkoşîna li Îmraliyê re hêza me xurt bû,  nêzîkatiyên me rastkir bûn û hêza gel derket  holê. Rêber Apo dizanibû ku dema bikeve zindanê gelek li paş wî heye û wê xwedî li wî û li doz û nirxên xwe jî derbikeve.  Em ji dijmin re dibêjin tû çi dikÎ bike Gelê Kurd heta ku baweriya xwe bi vê doza mezin bîne wê tekoşîna xwe bilind bike.  dijminên me naxwezn ku em azad bijîn lê kesayetên wekî Leyila Guven ku xwedî berxwedaneke dîrokî ne em wan pîroz dikin ku bi israra  jina kurd  xwedî  gotinin û wê rêberê xwe azadbikin.    Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" ,"Bijî berxwedana zindanaN "hat bi dawîkirin.