Viyan Soran li Lubnanê hat bîranîn! 2019-02-03 11:11:24   BEYRÛD - Li Lubnanê 14’emîn  salvegera şehadeta têkoşer Viyan Sorany a ku tecrîd li ser Rêberê  PKK’ê Ebdulah Ocalan qebûlnekir û  çalakiya fedayî li darxist bi civînekê hat bi bibîrxistin.   Leyla Walî (Viyan Soran) a ku di sala 1997'an dedi nava tevgera têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe girt û bi salan têkoşîna nasnameyê daî, di 1'ê Sibata 2006'an de ji bo tecrîdê û zextên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike li Herêma Heftenînê bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû. Viyan  Li paytexta Lubnanê Beyrûdê  li Navenda Komeleya Newroz  bi pêşengiya Kongreya Star û bi beşdarbûna bi dehan endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl ên li wê derê di 14’emîn salvegera şehadeta xwe de bi civînekê hat bîranîn.   Civîna hat li darxistin bi deqeyek rêzgirtina ji têkoşerên azadiyê dest pê kir û pitre têkoşîna Viyanê ji beşdarvanên civîne re hat vegotin.    'Viyan bi çalakiya xwe jiyan watedar kir'   Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê şervîn Cûdî di civînê de axivî û bal kişand ser kesayeta têkoşer ya Viyan û rihê wê yê fedayetî. "Di kesayeta Viyan Soran de em hemû şehîdên tevgera azadiyê û hemû hevalên ku di  zindanên faşîzmê de  li berxwe didin sivav dikin. Van mirovên ku koletî qebûl nekirin û li hemberê zilimê banga azadiya Rêberê xwe dikin mirov hêz û moralê ji wan digre. Viyan Soran keçeke ji başûrê kurdistanê ye di nava malbateke welatparêz de mezinbûye. Wan deman rewş gelek zahmet bû. Tecrîda ku li ser Rêber Apo dihat meşandin her ku diçû giran dibû. Loma di sala 2006’an  de Viyan Soran ev tecrîd qebûl nekir  û biryara  xwe da ku ji bo ku jiyanê bi wate bike îspatbike ku xwe nas kiriye agir berda bedena xwe û bû sembola azadiyê. Ev rihê fedayitiyê ye. Divê em koletiyê qebûl nekin û  em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Viyan Soran tecrîd qebûl nekir. Em jî weke jin divê ku em şopdarên wê bin û layiqî fedayetiya wê bin.   Civîn bi dirûşman bi dawî bû    Piştî axavtinan nameya Kongreya Star ku ji bo Viyan Soran hatibû nivîsandin ji aliyê Berdevka Komeleya Newroz Henan Osman ve hat xwendin. Paşê sînevîzyoneke li ser jiyan û tekoşîna Viyan Soran di nava tevgera azadiyê de hat pêşkêşkirin. Civîn bi diruşmên, "bijî Serok Apo,” û "Şehîd namirin" hat bi dawîkirin.