'Em ê ji şaredariyan qeyûman derxin' 2019-02-03 09:03:46     COLEMÊRG - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzedên 12 bajaran û bi dehan navçeyan aşkera kir. Namzetên HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê jî aşkere bûn. Têkîldarî hilbijartinê de namzeta HDP’ê ya Şemzînanê Felem Eker nirxandin kir. Felemê diyar kir ku ew ê Şemzînanê ji destên qeyûman derxin û nasnameya kurdî careke din li Şemzînanê zindî bikin.   Li Tirkiyeyê dê 31’ê Adarê dê 57 mîlyon û  93 hezar 985 kes biçin ser sindoqan. Li gel nêzîkbûna hilbijartinê  namzetên partiyan ên herêman jî hatine aşkerekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 bajarên mezin jî tê de, namzedên 12 bajar û bi dehan navçeyên wan ên Bakurê Kurdistanê aşkera kirin.  Têkîldarî hilbijartinê de namzeta HDP’ê ya  navçeya Şemzînanê Felem Eker nirxandin kir. Felemê anî ziman ku ew ê Şemzînanê ji destên qeyyûman derxin û got ku ew ê nasnameya jin û kurd careke din li Şemzînan zindî bikin.   Ji 2005'an heta niha di nava xebatên jinan de cih digire   Felemê ji sala 2005’an heta niha di nav  xebatên jinan de cih digire û li Şemzînanê li dijî hişmendiya ku dibêje ‘Jin nikare’ bi tena serê xwe berxwe dide. Felemê wiha qala xwe kir; ”Ez ji sala 2005’an  heta niha di nav xebatên jinan de cih digirim. Ez di  sala 2009’an de di şaredariyê de ji bo endamtiya meclîsê hatime hilbijartin. Sala 2011’an de operasyona KCK’ê dest pê kir û ez 2 salan li sirgûnê bûm. Piştî pêvajoya muzakereyê ez hatim Şemzînanê. Ez ev 2 sale hevserokatiya HDP’ê ya Şemzînanê dikim. Ez ji bo hevşaredariyê wekî namzet hatime hilbijartin.    ‘Armanca me ew e ku em navçeyê bigihînîn nasnameya wê ya berê’    Felemê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şaredariyên ku ji aliyên qeyyûman ve  hatine bêvînkirin ew ê dîsa bikin şaredariyên gel û wiha dom kir;”Bi salane bi taybetî li bajarên kurdan polîtikayên şer, tunekirin û bênasnamekirinê tên meşandin. Şaredariyên ku ji aliyê gel ve bi awayekî demokratîk ve hatibûn hilbijartin ji aliyê qeyyûman ve hatine desteserkirin. Qeyûman li  bajarên kurdan xîzmeteke li gorî hişmendiya xwe dan meşandin. Heta ku mirov dikeve navçeya Şemzînanê, mirov bi hezaran di nokteyên ewlehiyê de derbas dibe. Navçe kirine herêmê ewlehiyê yê taybet. Armanca me ya yekem û xala sereke ew e ku, em navçe  bigihînin nasnameya wê ya berê.”    ‘Gel dê 31’ê Adarê xwedî zimanê xwe, nasnameya xwe û vîna xwe derbikeve’   Felemê da zanîn ku Şemzînan navçeyeke pir feodale û got ku ew ê li gel hilbijartinê  li Şemzînanê jinan bikin xwedî biryar û  wiha pê de çû;”Li Şemzînan polîtikayên 90’an hîna berdewam dikin. Li gel qeyûman salên 90’an li navçeyê kete fermiyetê. Li ser jinan, ciwanan pir êrîş hene. Ji ber wê jî em vê hilbijartinê wekî referandumê girîng dibînîn. Şaredarî kirine qereqol. Gel nikare bikeve şaredariyê. Gel gava ku dikeve şaredariyê di GBT’ê de derbas dibe. Ev zindîbûna yek al û yek gel û yek ziman e. Em wê baweriyê de ne ku, em ê 31’ê Adarê bi serkeftineke mezin şaredariyên xwe qezenc bikin û bi ser bikevin. Gel dê 31’ê Adarê xwedî zimanê xwe, nasnameya xwe û vîna xwe derbikeve. Ez bang li hemû gelê kurd dikim ku, 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û xwedî li şaredariyên xwe derbikevin.”