Gundê Girêdêran ê ku bi têkoşîna jinê hatiye avakirin 2019-02-03 09:02:34   Rûken Goman    QAMIŞLO - Gundê Girêdana xwedî kevneşopî û taybetmendiyek girîg e. Ya ku aliyê taybet û girî herî zêde derdixe pêş jî têkoşîn û parastina jinê ye. Dayika bi navê Coza Ehmed Feqe û Muslîme Seyid yên ku bi salan e parastina çand û dîroka Gundê Girêdana dikin dibêjin:"Di dîrokê de gelek êrîş li dijî gundê me hatine kirin. Lê bi pêşengî û têkoşîna jinê gundê me her hatiye parastin."   Gundê Girêdêran girêdayî Navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê ye û ev nêzî 20 sal in ku hatiye avakirin. Tiştê ku bala mirov dikşîne ev e ku Gundê Girêdêran bi destên jinê hatiye avakirin. Girêdêran bi kanî, gir, kevneşopî û dîroka xwe ya kevnar balê dikişîne. Welatiyên li gund her çîroka vî gundî vedibêjin. Dayikên ku bi kelecanek mezin çîroka Gundê Girêdêran dibêjin wiha hestên xwe tînin ziman:"Em tu carî dîroka xwe ji bîr nakin. Em ji jinên ku gund parastine hêzê digirin û em zarokên xwe jî hînî parastina çand û dîroka xwe dikin."   'Girêdêran bi destan û têkoşîna jinê hatiye avakirin'   Dayîka bi navê Coza Ehmed Feqe diyar kir ku şopa jinên têkoşer li Gundê Girêdêran her dem tê hêskirin û wiha got:"Dema behsa Girêdêran tê kirin bi taybet têkoşîna jinê û dîroka kevnar derdikeve pêş. Ev gund bi keda jinê hatiye avakirin. Di dîrokê de rastî gelek êrîşan hatiye. Serê mirovan li ser kevirên reş jê dikirin. Serê mêran dihatin jêkirin û jinan şûrên wan girtin û li dijî êrîşkaran şer kirin. Jinan destan nivîsandin. Girêdêran bi destan û têkoşîna jinê hatiye avakirin. Gelek çîrok li ser gund hatiye gotin. Her wiha em li vir hîn alavên kevnar bi kar tînin. Em van çîrokana ji zarokên xwe dibêjin û çanda kevnar hînî wan dikin da ku neyê jibîrkirin. Helbestên ku ji bo têkoşîna jinên gund hatine nivîsandin jî em dibêjin."   'Em zarokên xwe jî hînî parastina çand û dîroka xwe dikin'   Dayika bi navê Muslîma Seyid da zanîn ku Gundê Girêdêran xwedî dîrokek girîng e û wiha got:"Li gund  gir, dêr û kanîyên dîrokî hene. Em gelek kêfxweş in ku em li gundekî bi ked û têkoşîna jinan hatiye avakirin dijîn. Di dîrokê de gelek êrîş li dijî gundê me hatine kirin. Lê bi pêşengî û têkoşîna jinê gundê me her hatiye parastin. Em tu carî dîroka xwe ji bîr nakin. Em ji jinên ku gund parastine hêzê digirin û em zarokên xwe jî hînî parastina çand û dîroka xwe dikin."