ÎRA: Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin 2019-02-02 16:31:42   AMED - Înîsiyatifa Rojnamegrên Azad (ÎRA) rapora meha çiye ya binpêkirina mafên çapemeniyê û rojnamegeran aşkere kir Li gorî raporê di meha çile de 100 rojnameger hatin darizandin û 5 rojnameger jî hatin cezakirin. Li gorî raporê 169 rojnameger girtî ne.    Înîsiyatifa Rojnamegrên Azad (ÎRA) rapora meha Çiye ya 2019'an a binpêkirina mafên çapemeniyê û rojnamegeran bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir. ÎRA, di raporê de diyar kir ku di meha çile de 100 rojnameger hatin darizandin û 5 rojnameger jî hatin cezakirin. ÎRA, da zanîn ku her meh bi rêk û pêk der barê binpêkirina mafên rojnanemegeran de rapor amade dikin û li gorî daneyên bi dest xistine, tê dîtin ku îktîdara AKP'ê li ser çapemeniyê polîtîkayên tundî û hilandinê xistiye meriyetê. ÎRA, anî ziman ku AKP bi rêk û pêk cewisandina li ser çapemeniyê zêdetir dike û wiha got: "Rojnamegerên ku saziyên wan hatin girtin û ji kar hatin avêtin, niha her çend bi derfetên xwe hewl bidin karê xwe bikin jî dîsa rastî gelek astengiyên darazî û fîzîkî tên.  Rojnamegerên ku hewl didin rastiyan bi civakê re parve bikin, tên binçavkirin û der barê wan de doz tên vekerin. Gelek tên binçavkirin û piştre bi şertên kontrola edlî tên berdan. Rojnamegerên ku dixwazin rastiyan bi rayagiştî re parve bikin di bin şertên gelek dijwar de karê xwe dikin. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) diyar dikin ku ji bo rêvebirina demokratîk pêş bikeve pêwiste ku çapemenî di nava şertên azad û demokratîk de karê xwe bikin. Ji bo vê yekê jî em dixwazin zext û ceza bi dawî bibin û rojnamegerên girtî bên berdan."    Rapora meha Çile ya ÎRA wiha ye: 169 rojnameger girtî ne. 2 rojnameger hatin binçavkirin. 1  rojnameger hat girtin. Li 4  rojnamegeran doz hat vekirin. 100 rojnameger hatin darizandin. 5 rojnameger hatin cezakirin. (Li 4 rojnamegeran 20 sal û 9 meh cezayê hepsê li wan birîn. Li rojnamegerekî 8 hezar û 660 TL cezayê pereyan û 1 sal û 1 meh û 15 roj ceza birin)    Rêveberiya Girtîgehê Pirtûka Musa Anter a Vakayiname nedan girtiyan.  3  Rojnameger hatin berdan. 1 Rojnameger hat dersinorkirin."