Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê birin 2019-02-02 12:15:33   ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê bi armanca piştevaniya ji bo Leyla Guven û girtiyan nivîsên têkildarî tecrîdê li ser dîwaran hatin nivîandin ji aliyê polîsan ve hatin jêbirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 87’emîn de didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan jî di roja 49’emîn de didome. Bi boneya piştevaniya Leyla û girtiyan li taxên Yafes û Cûdî li ser dîwaran nivîsên têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin nivîsandin. Piştî nivîsandinê polîsan ketin tevgerê.    Mirov dikare bêje ku polîsan bi ser dîwaran de operasyon pêk anî û bi spreyê ser hemû nivîsan girtin. Polîsan li gelek deverên navçeyê welatî sekinandin û kontrola nasnameya wan kirin.