Li Mêrsînê û Edeneyê piştgiriyên grevên birçîbûnê didomin 2019-02-02 09:36:27   EDENE - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrsînê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiya dengderxistinê li dar xistin û belavok belav kirin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 87'an. Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo çalakiya Leyla Guven didomin.    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrsînê do li Kuçeya Denizli ya Navçeya Seyhana Edeneyê ji bo Leyla Guven û girtyan çalakiya derxistina deng li dar xistin. Her wiha li gelek kuçeyan belavokên bi nivîsa "Dengê zindanan dengê wicdan e. Em ji dengê zindanan bibin deng û her roj saet di 20.00'an de deng bidin" hatin belavkirin.    Li Mêrsînê li dîwaran nivîs hatin nivîsandin   Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dîwarên Kuçeyên Mevlana û Çayê yên girêdayî Navçeyên Toros û Akdenîzê yên Mêrsînê, nivîs nivîsandin. Li van kuçeyan jî welatiyan ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan deng derxistin.