Dayikên Aştiyê ji bo mîtînga 3’ê Sibatê bang kir: Bila kes li mala xwe rûnenê 2019-02-02 09:26:22   STENBOL - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo mîtînga dê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, di 3’ê Sibatê de li Bakirkoyê pêk bê bang kirin û gotin:"Em li malên xwe negirîn. Em li kolanan dengê xwe bilind bikin."    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 87'an. HDP bi armanca balê bikşîne ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven wê li Stenbolê di 3’ê Sibatê de mîtîngekê pêk bîne. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî ji bo mîtînga ew ê bi dirûşma ‘em ji bo ked, aştî û edaletê tên cem hev’ bê lidarxistin bang kirin. Dê mîting di 3'ê Sibatê roja yekşemê de saet di 13.00'an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bê.    ‘Em bibin dengê girtiyan’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Guler Bugday ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Mîtîng ji bo bal bikêşe ser grevên birçîbûnê û daxwazan girîng e. Kesên ketine grevê jiyana xwe xistine talûkê û li dijî zilmê li berxwe didin. Ji ber vê mîtîng gelek girîng e. Ez bang li Kurd û kesên Tirkiyeyê dikim. Bila bibin dengê girtîgehan. Bila li dijî zilmê derkevin. Bila tevlî mîtîngê bibin. Em li dijî vê zilmê bisekinin wê tecrîd bişkê, wê grev bidawî bibin.”   ‘Em li mala xwe negirîn, em dengê xwe derbixin’   Bedîa Ozgok jî daxuyakirin ku ji bo dengê xwe bidin bihîstin mîtîng derfet e û ev tişt vegot: “Divê ev deng zêdetir belav bibe. Em li mala xwe rûniştine ji bo kesên di grevê de xemgîn dibin. Em digirîn. Lê sibehê tiştek bibe, em nikarin demê vegerîne. Vegera vê tune ye. Em negirîn. Çi ji destên me bê em ê bikin. Em tevlî mîtîngê bibin. Em daketin kolanan. Em dengê xwe bidin bihîstin.”   ‘Bila kes nebêje agahiya min tune ye’   Sabîha Bozan jî destnîşan kir ku Kurd û hemû kesên li alî aştî û demokrasiyê divê zêdetir dengê xwe bilind bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wek dayikekê bang li hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im dikim ku tevlî mîtîngê bibin. Bila kes nebêje partî nehatiye mala min, gazî min nekiriye. Îro li mala her kesî televîzyon heye. Înternet heye. Em cihê mîtîngê dizanin. Em ji bo kesên di grevê de dengê xwe bilind bikin. Em pêşî li mirinan bigirin. Bang li hemû dayik û demokratan dikim.”