'Vekirna gulîstana xwendinê sûdeke baş e ji bo civakê' 2019-02-01 18:54:32   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Bi vekirina Gulîstana xwendiyê dibe ku asteke pêşketinê ya civakê ya baştir çê bibe.   Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişlo û welatiya bajarê Qamişlo di derbarê vekirina 1’emîn gulîstana xwendinê de nerînên xwe bi lêv kirin.”   Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişlo Hûda Şêxmûs armanca avakirina Gulîstana pirtûkan da diyar kirin û got; “beriya saleke li ser pirojeya vê Gulistanê kar dihate kirin, lê îro vekirina wê bû. Ev gulîstan taybet ya kesên ku werin têde bixwînin da ku karibe bi rehetî tiştê bixwîne fêm bike.”    Hûda yê got ku gulîstana xwendinê li pêşiya hemû Netewa ku di Rojhilat û Bakûrê Sûriyê de jiyan dikin, vekiriye û wiha axavtinên xwe domand; “Pirtûkxaneyek di hindirê gulîstanê de jî heye, mirov dikarin pirtûkên xwe ji malê bi xwere bînin, hem jî dikarin ji pirtûkxaneya gulîstanê jî bixwînin. Pirtûk ji du zimana pêk tê kurdî û Erebî, her wekî ku hemû rengên pirtûkan di vê pirtûkxanyê de peyda dibin, ji roman,pariznayên Rêber Apo, kûrte çîrok, rîwaye, helbest û pirtûkên siyasî jî. Gulîstan ji saet 8’ê sibehê de vedibe heyanî 8 êvarî, ne tenê wiha jî kesên hevalên wan hebe jî dikarin li ser pirtûkan nîqaşan jî bikin.”   Di dawiyê de Hûda yê  got; “Bi hêvî me ku ev gulîstan bi rengekî rast were dest girtin ji aliyê civakê bi giştî û demeke baş li vê gulîstanê derbas bikin.”   Heyfa Mehmûd welatiy bajarê Qamişlo nerînê xwe di derbarê vekirina 1’emîn gulîstana xwendinê anîn ziman; “ez hatim dawet kirin ji aliyê yekîtiya rewşenbîran ve ji bo vekirina gulîstana xwendinê. Pirojeyeke gelek başe ji bo civakê me ya niha ku tiştkî wiha were ava kirin. Bi tayet ji bo ciwanên me, ji ber ku di van deman de internênt mjiyê ciwana biriye û nema bi tiştekî ku mêjiyê wan li pêş bixe mijûl dibin.    Di dawiyê de Heyfa yê sûda gulîstanê ji bo civakê da diyar kirin; “Dibe ku carna jî bêhina mirovan di malê de teng dibe û mirov dixwaze dinyayê bibîne, yan jî ji xwere bixwîne, ez dibejim ku gulîstana xwendinê dibe çareserî ji bo vê yekê  ku mirov karibe di bin siya daran, hewa baqij û ber dengê çûkan bi rengekî dehan beştir pirtûka xwe fêm bike.”