Leyla Guven û Fadîle Tok bi telefonê bi hev re axivîn 2019-02-01 16:19:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Guven û Fadîle Tok ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi rêya telefonê hev dîtin û bi hev re axivîn.   Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok bi rêya telefonê hev dîtin û bi hev re axivîn. Leyla Guven 86 roj in li Amedê, Fadîle Tok jî 13 roj in li Mexmûrê di greva birçîbûnê de ne.   'Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedan bidome'   Fadîle Tok a bi Leyla  Guven re axivî wiha got: "Destpêkê berxwedana ku bi pêşengiya te dest pê kiriye ji dil û can silav dikim. Ez dibêjim, heta dawî li tecrîdkirina Rêberê me neyê anîn em ê berxwedana xwe bidomînin û bi ser bikevin. Em dibêjin, wê serketin ya gelê me be, em ê bibin xelekek li dora Rêbertiya xwe û Rêbertiya xwe ji nav çar dîwarên zindana Îmraliyê azad bikin. Em ê bi Rêbertiya xwe re li ser warê azad, bi kêfxweşî bijîn. Wê ev berxwedana ku bi pêşengiya te dest pê kiriye bi ser bikeve. Ev berxwedan niha li welat û derveyî welat belav bûye. Wê ev berxwedana me bi ser bikeve. Serketin ya gelê me ye."   'Em ê bi ser kevin'   Leyla Guven jî got, "Ez destpêkê gelê berxwedêr ê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) ku ev 21 sal in ji xaka xwe ya pîroz qut bûye, ji dil û can silav dikim. Ez jî ber xwedana te silav dikim. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo me dest bi greva birçîbûnê kir. Ez bi xwe bawer bûm ku em ê karibin Rêber Apo ji zindana Îmraliyê derxînin, lewma min dest bi vê berxwedanê kir. Ez niha jî bawer im ku em ê vê tecrîdê bişikînin û wê berxwedana me bi ser bikeve.   Ez dubare ji dil û can berxwedana te silav dikim. Silavên xwe yek bi yek ji gelê me yê berxwedêr ê wargeha penaberan re dişînim. Ez dibêjim heta ku em dîwarê zilmê bişikînin, em ê berxwedana xwe bidomînin."   Leyla Guven di dawiya axaftina xwe de got, "Berxwedan jiyan e", "Serketin a me ye".