Serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin 2019-02-01 14:55:24   STENBOL – Dozgeriya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Abdullah Ocalan a 786’emîn red kir. Îro jî malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Raziye Ozturk, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 786’emîn red kir.    Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin.   Malbatan serî li dozgeriyê da   Îro jî malbata Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlum Ocalan ji bo hevdîtina heftane bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan.    Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê dimînin jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.    Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji 11’ê Îlona 2016’an vir ve yekem car di 12’ê çile de hevdîtinek pêk anîbû.