Leyla Guven: Heta daxwaza me bi cih neyê em dest ji çalakiyê bernadin 2019-02-01 13:19:27   COLEMÊRG - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye ket roja 86'an. Leya ya piştî hat tehliyekirin li mala xwe berxwedana xwe berdewam dike bi rêya SKYP'ê gelê Colemêrgê ku li navçenda HDP'ê ya bajêr kom bibû silav kir.    Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkirin û ya gitiyên siyasî berdewam dike. Leyla ya ku 8'ê Mijdarê de li grtîgehê çalakî da destpêkirin piştî ku hat tahliyekiirn jî dest ji çalakiya xwe berneda û li mala xwe didomîne. Leyla îro bi riya SKYP'ê tevli coşa gelê Colemêrgê yê ku li navenda HDP'ê ya bajêr bû gelê Colemêrgê silav kir.    ‘Dê çalakiya me bigihîje armanca xwe’   Leylayê diyar kir ku çalakiyeke mafdar li dar xistine û got ku ew di baweriya çalakiya wan bi ser keve de ne. Leyla Wiha berdewam kir:” Ez di serî de gelê Colemêrgê û pişt re jî hevalên xwe yên ku  vîna gelê Colemêrgê ne ku girtî ne Selma İrmak, Abdullah Zeydan û Dîlek Hatipogluyê bi rêzdarî slav dikim. Niha di zîndanan de bi qasî 300 hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Ez tehliye bûm, lê niha perçeyek bedena min di zîndana de ye. Çalakiya ku niha li çar parçeyên Kurdîstanê û Ewropayê didome pîroz û hêja ye. Min berpirsyariya mîlyonan girt ser xwe û min dest bi vê çalakiyê kir. Min xwest ku ez nîşanî dewleta tirk bidim ku ew ê nikaribin vîna gelê kurd tecrîd bikin. Em mafdar în. Ji ber vê yekê jî min dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Bêgûman li her qadên jiyanê û li her deverên cîhanê têkoşîna gelê kurd ya li dijî zilmê didome. Ez niha ne di nav gelê Colemêrgê de me û ji ber wê yekê jî ez lêborîna xwe ji gelê Colemêrgê dixwazim. Lê bila gelê Colemêrgê bila  bizanibe ku dê çalakiya me bi ser keve û em ê bi vê serkeftinê werîn Colemêrgê.”   ‘Heta ku daxwaza me neyê cih em ê dev ji çalakiyê bernedîn’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên herêmî ku wê di 31'ê Adarê de bên kirin û got ku ew ê bi serkeftina 31’ê adarê tecrîdê bişkînin û wiha dawî li axaftina xwe anî;”Li pêşiya me hilbijartinek heye. Em ji gelê Colemêrgê bawer în ku ew ê di 31’ê adarê de bersiva herî dîrokî bidin. Wekî her hilbijartinan  di vê hilbijartinê de jî dê gelê Colemêrgê berpirsyariya xwe ya dîrokî bîne cih. Divê hevalên me mal bi mal bigerin û daxwazên gel bên guhdarkirin. Em ê bi serkeftgina 31'ê Adarê re tecrîdê bişînin. Divê mîlyon li derdora tecrîtê bibin mertal. Heta ku daxwaza me bi cih bê em ê çalakiya xwe bidomînin. Em tifaqa xwe bihêz bikîn û li ku derê pirsgirîk hebe, em ê li wir bibin hêza çareseriyê. Ez jinên Colemêrgê û gelê Colemêrgê slav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”    Bername bi dirûşma  ‘Jin jiyan azadi’ bi dawî bû.