İtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin 2019-02-01 11:58:58   ÊLIH – HDP’ê li Heskîfê îtîrazî jêbirina 204 qeyda hilbijêran kir, lê Lîjneya Hilbijartinê ya Heskîfê red kir.    Li Heskîfê qeyda 204 hilbijêran jê hat birin. Li gel vê yekê qeyda 122 hilbijêran a nelirê li Heskîfê derketibû holê. HDP’ê li dijî vê rewşê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Heskîfê kir. Lîjneya Hilbijartina Navçeyê îtîraza HDP’ê red kir. HDP li ser vê redkirinê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr ango Êlihê da.