TUÎK: Serjimara Tirkiyeyê 82 milyon e 2019-02-01 11:39:15   NAVENDA NÛÇEYAN - TUÎK'ê encama Pergala Qeyda Nifûsê ya Li Gorî Navnişanan a 2018'an aşkere kir. Li gorî vê encamê Nifûsa Tirkiye heta 31'ê Kanûna 2018'an 82 milyon û 3 hezar û 882 kes in.    Saziya Îstatîstikan a Tirkiye (TUÎK), encama Pergala Qeyda Nifûsê ya Li Gorî Navnişanan a 2018'an aşkere kir. Li gorî vê encamê Nifûsa Tirkiye heta 31'ê Kanûna 2018'an 82 milyon û 3 hezar û 882 kes in. Li gorî TUÎK'ê nifûsa Tirkiye li gorî salek berê 1 milyon û 193 hezar û 357 kes zêde bûye û gihiştiye 82 milyon û 3 hezar û 882 kesan. Bajarên Tirkiye yên nifûsa wan herî zêde wiha ne: Bajarê 1'emîn nifûsa wî zêde: Stenbolê; 15 milyon û 67 hezar û 724 kes, Bajarê 2'emîn ê nifûsa wî zêde Enqere,  5 milyon û 503 hezar û 985 kes. Bajarê 3'emîn nifûsa wê zêde Îzmir; 4 milyon û 320 hezar û 519 kes, Bajarê 4'emîn nifûsa wî zêde 2 milyon û 994 hezar û 521 kes Bûrsa , Bajarê 5'emîn ê nifûsa wê zêde Antalya; 2 milyon û 426 hezar û 356 kes.