Jinên Colemêrgê: Bibin dengê Leyla Guven 2019-02-01 09:14:14   COLEMÊRG - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye di roja 86'emîn de berdewam dike. Jinên Colemêrgê çalakiya Leyla Guven slav kirin û banga piştgiriya çalakiyê kirin.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 86'emîn de berdewam dike. Piştgiriya ji bo çalakiya leylayê roj bi roj zêde dibe.   ‘Bêdengiyê bikujin, bibin dengê Leyla Guvenê’   Hevseroka DBP’ê ya navçeya Geverê Oznur Evîn destnîşanî çalakiya Leyla Guven kir û got ku bêdengiya li dijî çalakiya Leylayê hevkariya tecrîdkaran e û wiha axivî;” Ez çalakiya ku di roja ’86'emîn de ya Leylayê ku didome bi rêzdarî slav dikim. Her roj rewşa Leyla Guven ber bi xetereyê ve diçe. Lê bele heta niha bi tu awayî medyaya tirk têkîldarî çalakiya Leylayê nûçe derbas nekirîne û bêdeng maye. Leyla Guven bi gelek dengan ji Colemêrgê hat hilbijartin. Lê Leyla heta rojên borî jî di gritîgehê de hat hiştin.  Em vê helwestê qebûl nakîn. Divê hikûmet bêdengiya xwe ya li dijî çalakiya Leyla Gûvenê bi dawî bike. Bi taybetî  bang li jinên Colemêrgê û pişt re jî bang li hemû jinan dikim ku deng bidin çalakiya Leyla Guven û bêdengiyê perçe perçe bikin.”    ‘Ez bang li CPT’yê jî dikim’   Ji jinan Nezahat Kaya jî çalakiya Leyla Guven slav kir û bang li CPT’ê kir ku nebin şirîkên mirinê û wiha got:” Ez di şexsê Leyla Gûvenê de bejna xwe li  ber çalakiya ku çalakvanan daye destpêkirin, ditewînim. Mirov bi mafê xwe mirov e. Jiyan mafê herkesî ye. Em niha di nav civakek misilman de dijîn û di girtîgehan de bi sedan mirov ji bo ku daxwaziya wan bê cih û tecrîd bê rakirin bedena xwe ji mirinê re kirîne mertal. Ev mirov di greva birçîbûnê de ne. Lê herkesî xwe bêdeng kiriye. Ev bêdengî nayê qebûlkirin û ne wijdanî ye. Ez destpêkê bang li  hemû rêxistinên sivîl yên Tirkiyeyê, parazvanên mafên mirovan, parlementoya Awropayê û CPT’ê  dikim ku,nebin hevkarên vê bêdengiyê. Ji bo ku mirin pêk neyên Leyla Gûven bedena xwe kiriye mertal. Çalakiya Leyla Guven banga li mirovahiyê ye. Tecrît zirarê dide Tirkiyeyê. Werin em bibîn dengê Leyla Guvenê.”    ‘Bêdengî hevkarî ye’   Jina bi navê Halîme Sure jî daxuyand ku Leyla Guven ji bo pêşerojek azad û bi hêvî bedena xwe kiriye mertal û wiha dom kir:” Parlementera me Leyla Guvenê ji bo rojên bi hêvî û azad bedena xwe ji mirinê rê kiriye mertal. Bêdengî hevkarî ye. Nebibin şirîkên mirin û tecrîtê. Bibin dengê Leylayê yê berxwedêr. Em ê dilê xwe bi werêkiya Leylê dorbeç bikîn.  Şikandina tecrîtê destpêka meşa aşitiyê ye.”