Amadekariyên mîtînga Stenbolê: Em dengê xwe bidin bihîstin 2019-02-01 09:09:12   STENBOL - Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr ji bo mîtînga di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk tê bang kir û wiha got: “Mîtîng di alî mijara ku bibe dengê hêzên demokratîk û aliyên civakî yên di bin dorpêçek mezin de ne, gelek girîng e.”   HDP’a Stenbolê bi armanca balê bikşîne ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ya Stenbolê wê mîtîngekê pêk bîne. Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr, ji bo tevlîbûna mîtîngê bang li gelê Stenbolê kir.   ‘Divê em biryarbûyina xwe nîşan bidin’   Esengulê bi lêv kir ku mîtînga Stenbolê wê daxwazên kedkar, hêzên demokratîk, ciwan û jinan bide nîşandan û ev tişt anî ziman: “Em hedef dikin ku hemû hêzên demokrasiyê û rêxistinan bibin qada Azadiyê. Em hedef dikin ku biryarbûyina meşandina têkoşîn û daxwazên kesên ketine grevê bidin nîşandin. Mîtîng di vê pêvajoya ku dengê muxalefetê tê birîn de, gelek girîng e. Li dijî çalakiyan astengiyek mezin û zext hene. Di qada kedê de windabûyina maf ên cidî hene. Li hember daxwazên kedkaran dîwar hatine honandin”   ‘Me seferberiyek xebatê ya mezin da destpêkirin’   Esengulê destnîşan kir ku ev meheke di nava xebateke mezin de ne û bi komîteya tertîpê re serlêdana qanûnî ya mîtîngê kirine û piştre jî dest xebatan kirin, bi seferberiyek mezin xebat meşandine.   Esengulê di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna mîtîngê kir û ev tişt daxuyand: “Bi armanca piştgiriya ji bo hevalên me yên li girtîgehê bedena xwe dane ber mirinê, em hemû gelê xwe di 3’ê Sibatê de saet di 13.00’an de dawetî Qada Azadiyê ya Bakirkoyê dikin.”