Li 3 navçeyên Amedê bi ser 37 mal û axuran de hat girtin 2019-01-31 15:33:33   AMED - Li navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê leşkeran avêt ser gelek gundên çolterê û bi ser 37 mal û gelek axuran de girtin. Di serdegirtinê de welatiyê bi navê H.A. ji ber wêneyê li mala wî daliqandîbû hat binçavkirin.    Di çarçoveya operasyona leşkerî ya li herêma çolterên navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê de ku di 29’ê çile de pêk hatibû leşkeran avêtibû ser gelek gundan û bi ser 37 mal û axuran de girtin. Hat ragihandin di serdegirtina malan de kontrola nasnameya welatiyan hat kirin û alavên malan hatin serobinkirin.    Di serdegirtina gundê Bahemdê yê Pasûrê de welatiyê bi navê H.A. bi hincet wêneyek endamek HPG’ê li mala wî daliqandibû û bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Hat zanîn ku H.A. birine Fermandariya Cendermeyan a Pasûrê.