Li gel hewaya sar namzedên HDP'yî bi gel re hevdîtin kirin 2019-01-31 15:04:52   WAN - Danasîna namzetên hevşaredariyên HDP’ê dewam dike. Namzetên hevşaredariyê gotin “Em ê pêkanînên antî demokratîk ku hevşaredar ji wezîfeyê girtin paqij bikin ji van deran.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Wanê di çarçoveya hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de danasîna namzetên hevşaredariyên xwe didomîne.    Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci di çarçoveya bernameya danasîna namzetên hevşaredariyên navçeyan de çûn Qelqelî û Serayê û bi gel re hatin cem hev. Li heyeta HDP’ê ewilî li Qelqeliyê danasîna namzetên hevşaredariyê pêk anî û di têketina navçeyê de bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Gel namzetên hevşaredariya xwe bi kelecan pêşwazî kir û eleqe nîşanî wan dan. Tevî hemû hewaya sar jî welatî li hev kom bûn û dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.    'Em ê qeyûman bişînin cihê jê hatine'    Piştî rêzgirtinê Namzetên Hevşaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç bi gel dan nasîn û gel silav kirin. Namzeta hevşaredariyê Dîlan Orencî got: “Em jin ji wan natirsin û em ê netirsin. Em carek din ji wan re dibêjin em ji we natirsin. Em li vir in û natirsin. Qeyûm çawa cihê ku jê hatine em dîsa wan bişînin wir. Em bi kêfxweşî xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Em ê ji hemû lîstikên vê pergalê re di 31’ê Adarê de bibin bersiv.”    Namzetê Hevşaredariyê Yakûp Almaç jî got: “Em hatine ku yên hevşaredarên me bi rêyên antî demokratîk ji wezîfeyê girtin e ji van deran paqij bikin. Em ê projeyên hevalên xwe temam bikin, Serkeftin ya me ye.”    Namzeta Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî da zanîn ku ew ê xwe û bajarên xwe birêve bibin û dê tu demê li dijî şidet, zext û zilmê serê xwe netewînin.    Piştî Qelqeliyê namzetên hevşaredariyê derbasî navçeya Serayê bûn.    Saray    Namzetên hevşaredariyan li navçeya Serayê jî bi kêfxweşiya gel hatin pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredariya Serayê bi gel hatin danasîn. Namzeta hevşaredariyê Caziye Duman di axaftina xwe de çalakiya Leyla Guven silav kir. Caziye anî ziman ku wê gel di 31’ê Adarê de bersiv bide polîtîkayên şer û dê serdemek nû bidin destpêkirin. Duman got ew ê şaredariyên wan hatine xespkirin ji nû ve bi dest bixin û got: “Em ê vîna xwe paş ve bistînin. Gel wê bi sekna xwe ya rûmet vê pêvajoyê zelal bike. Seray Ya Me Ye.”    Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avcî jî axivî û diyar kir ku dijberên kurdan tiştek nema bi serê kurdan ve neanîn û ew ê xwe li ser piya bigirin û serkeftin dê ya wan be.