Parlamenterên HDP'ê dest bi çalakiya nobetê kirin 2019-01-31 12:04:24   AMED - Parlamenterên HDP'ê, ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan çalakiya nobetê dan destpêkirin.   Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku da destpêkirin a bê dem û bê dorveger di roja 85'an de berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê jî di çarçoveya bernameya ku ji aliyê navenda partiyê ve hat derxistin de, li avahiya KCD'ê ji bo ku tecrîd bê rakirin û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê dest bi çalakiya nobetê kirin.   Wê her rojê 2 parlamenter di nobetê de bin   Starta çalakiya nobetê ku wê her roj ji aliyê du parlamenterên HDP'ê ve bê lidarxistin ji aliyê parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag, Salîha Aydenîz, Semra Guzel, Ridvan Turan, Musa Farîsogullari û Tulay Hatîmogullar û namzedê Hevşaredartiyê yê Şaredariya Bjarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ve hat destpêkirin.    'Ji bo Leyla Guven çalakiya piştevaniyê'   Di daxuyaniya hat dayîn de parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, diyar kir ku Leyla Guven 85 roj e ji bo tecrîd bê rakirin di çalakiya greva birçîbûnê de ye û wan jî ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiya nobetê kirine.    'Hiquqa cotstandar li vî welatî tê pêkanîn'   Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullariy jî got ku Leyla Guven îradeya Gelê Kurd eû wiha berdewam kir: "Parlamenterekî din jî di rewşa Leylayê de bû lê hiqûq yek alî hat pêkanîn û Leyla Guven girtî hat darizandin. Enîs Berberoglu gelek zû serbest hat berdan. Li Tirkiyeyê hiqûq bi awayê cotstandar tê bikaranîn. Dema ku dor tê ser kesên demokrat hiqûq cuda tê bikaranîn."   'Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e'   Tulay got ku daxwazên Leylayê ne kesane ne û wiha berdewam kir: "Leyla ji bo tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin di grevê de ye. Tecrîd sucê morvahiyê ye. Em bi tecrîdeke ku bandora xwe li ser hemû aliyên muxalîf dike re rûbirû ne. Em dixwazin bibêjin ku em li gel Leyla Guven in û çalakiya wê di cih de ye divê ku tecrîd bê rakirin."   'Divê siyaseta tecrîdkirinê bê bidawîkirin'   Parlamenterê Mêrsînê Ridvan Turan jî diyar kir ku astengkirin hevdtîina Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata wî re sûcê mirovahiyê ye û ev tişt got: "Bi birayê xwe re hevdîtin kir. Lê ger ku bi parêzerên xwe re jî bikaribe bike wê ev hevdîtin ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê gelek baş be. Divê ku ev wekî daxwaza tevahiya civakê bê dîtin. Wê çalakiya me heta 10 rojan berdewam bike. Greva ketiya rojên krîtîk divê rayedarên dewletê peywira xwe bi cih bînin û bêdengiya xwe xira bikin.Divê siyaseta tecrîdkirinê bê bidawîkirin. Heta ku tecrîd bê rakirin wê çalakiyên me bidomînin."   Piştî daxuyaniyê nobeta parlamenteran hat destpêkirin. Li bendê ye ku Leyla Guven bi riya telekonferansê tevli çalakiya nobetê bibe.