'Divê baregehên piştigiriyê dide dagirkeriyê bê rakirin' 2019-01-31 10:44:12   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endamên Partiyên Siyasî yên jin ên li Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de wiha gotin:"Serîldana gel ê Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê gelek girîng e. Ji ber ku baregehên dewleta tirk ên li Başûr pêşî li êrîş û dagirkirinê vedike. Ji bo pêşî li êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bê git divê helwestek zelal ji aliyê rayedarên Başûr ve bê nîşandan."    Endamên Partiyên Siyasî yên jin ên li Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de wiha gotin:"Dewleta tirk her roj axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Her wiha gelek baregehên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Divê baregehên piştigiriyê dide dagirkeriyê bê rakirin. Li dijî dagirkeriyê yekîtiya Gelê Kurd girîng e."   'Li dijî dagirkeriyê helwestek hevpar girîng e'   Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif got:"Gelê Başûrê Kurdistanê gelek caran bang kirin ku êrîşên dewleta tirk bê sekinandin. Lê hem rayedarên Başûr hem jî qada navneteweyî di vî warî de gavên berbiçav neavêtin. Loma gel rabûn ser piyan. Çimkî dewleta tirk bombeyan li ser gel dibarîne û gel qetil dike. Li dijî dagirkeriyê helwestek hevpar girîng e."   'Dewleta tirk naxwaze Kurd bibe xwedî statu'   Endama Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê Gulîstan Etî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got:"Serîhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê gaveke girîng e. Divê rayedarên Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên gel bixebitin. Dewleta tirk ji ber ku naxwaze Gelê Kurd bibe xwedî statu bi hemû şêwazan êrîş dike. Li dijî vê zihniyeta êrîşkar divê em Kurd bibin yek."   'Divê baregehên piştigiriyê dide dagirkeriyê bê rakirin'   Herî dawî Endama Partiya Çep a Kurd Soniya Ibrahîm got:"Gelê Şêladizê li dijî koletiyê serî hildan. Dagirkeriyê qebûl nakin. Serîldana gel ê Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê gelek girîng e. Ji ber ku baregehên dewleta tirk ên li Başûr pêşî li êrîş û dagirkirinê vedike. Ji bo pêşî li êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bê git divê helwestek zelal ji aliyê rayedarên Başûr ve bê nîşandan.Dewleta tirk her roj axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Her wiha gelek baregehên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Divê baregehên piştigiriyê dide dagirkeriyê bê rakirin. Li dijî dagirkeriyê yekîtiya Gelê Kurd girîng e."