Gelê Şirnexê bi dilekî germ namzetên HDP'ê pêşwazî kirin 2019-01-30 16:12:21   ŞIRNEX - Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Şirnexê yên HDP'ê bi gel re hatin ba hevdu. Gelê Şirnexê bi dilekî germ namzetên HDP'ê pêşwazî kirin. Namzetan diyar kirin ku dê di 31'ê Adarê şaredarî bi hêza gel bê girtin.    Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê namzetên Hevserokatiyê ya Navçeya Basana Şirnexê bi gel da naskirin. Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Şirnexê Nurcan Akturk, Hişyar Osal, namzetên Hevserokatiyê ya Navçeya Basana Şirnexê Zilan Ecevit, Mehmet Emin Kiliç, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, Rêxistinên Navçeyan ên HDP û DBP'ê û bi sedan welatî beşdarî çalakiya danasîna namzetan bûn.    Bi tilîliyan û bi govendê gel bi dilekî germ namzetên şaredariyên Şirnexê pêşwazî kir. Piştî dirûşme û govendê axaftina hatin kirin. Di destpêkê de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zeki Îrmez axivî. Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz axivî. Huseyin di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bang kir ku li dijî tiştên ku tên jiyîn gel bêdeng nemîne.   Piştre namzetên hevserokatiya navçeya Basanê Zilan Ecevit û Mehmet Emin Kiliç axivîn. Zilanê da zanîn ku îktidar herî zêde ji têkoşîna jinan ditirse û got divê hemû kurd hêza xwe bikin yek û têkoşîna xwe heta dawiyê bidomîne.     Danasîna namzetan piştî axaftinan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.