Çalakiya Ciwanên Şoreşger di roja sêyemîn de didome 2019-01-30 13:36:03   Ferîde Zada   ŞEHBA - Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana zîndanan serî hildin, tecrîdê têk bibin, Efrînê rizgar bikin”, çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven dest pê kiribû ket roja xwe ya sisiyan.   Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana zîndanan serî hildin, tecrîdê têk bibin, Efrînê rizgar bikin”, çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven dest pê kiribû ket roja xwe ya sisiyan. Endamên Tevgera Ciwanen Şoreşger ên Sûriyeyê, Meclîsa Kantona Şehbayê, Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Êzidiyan, Xwendekarên Efrînê û gelek welatiyên Şehbayê tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê Meclîsa Kantona Şehbayê Fîdan Osman, li ser navê Yekîtiya Êzidiyan Roşîn Muse axivîn.    Di axavtinan de wiha hat gotin:” Em weke gelê rojava bi hemû pêkhateyên xwe li hember siyaseta Tirkyeyê ya faşist serî hididin û berxwedana Leyla Guven bi dilekî germ silav dikin."   Her wiha Siniviziyon li ser Leyle Guven û Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin û şano li ser şerê taybet û şêwazên wê li ser civakê û bandora wê li ser jiyana ciwanan hat li dar xistin.   Di derbarê vê mijarê de çalakvanên nêrînên xwe parve kirin gotin"Weke xwendekarên Efrînê çi ji me were xwestin em amaden e ji bo azadiya Rêber Apo bikin."   'Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e'    Xwendekara bi navê Meryem Bîlal ji Navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê axivî û got:"Em weke xwendekar tevlî vê çalakiyê bûn, ji bo piştgiriya berxwedana Leyle Guven û berxwedana ku di zîndanan de tê kirin. Daxwaze me azadiya Rêber Apo ye, ji ber azadiya Rêber Apo azadiya gelan e."   'Em ê Serok Apo azad bikin'   Zeyîneb Şêxo ji xwendekarên Efrînê jî berxwedna Leyla silav kir û got:"Em ê weke ciwan heya dawiyê berxwe bidin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawî têbikoşin. Em ê di nav çalakiyan de bin û bi ciwantiya xwe Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û Efrînê rizgar bikin."   'Em nawestin heya negihêjin armanca xwe'   Xwendekara bi navê Selwe Elî jî axivî û got:" Em bejna xwe li hember Şehîdên azadiyê ditewînin, em weke xwendekar piştgiriyê heta dawiyê didin Leyla Guven. Bi îradeya jinê em ê bigihêjin armanca xwe. Em nawestin heya negihêjin armanca xwe.