Di şaredariyên Şirnexê de 3 sal e navê jinan tune ye 2019-01-30 09:11:38   ŞIRNEX - Li şaredariya Şirnex û navçeyên wê piştî qeyûm hat tayînkirin şûnde navendên jinan û midûriyetên polîtîkayên jinan hatin feskirin û ev 3 sale şaredarî derbarê jinan de ji bilî qursên nexş-dirûn û xaliyan tiştek nemeşand.   Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê bûn şûnde polîtîkayên jinan hatin feskirin an jî midûrên mêr hatin tayînkirin. Li şaredariyên Şirnexê ev 3 sal in navê jinan derbas nabe.   Jinên tevlî hinek qursên şaredariyê dibûn di bin navê ‘xebata jinan’ de qursên Kur’an, nexş-dirûn û xaliyan danê. Dawî li xebatên cudabûn û hişmendîbûnê hatin dayîn.   Qeyûm tayînî dewsa qeyûman jî kirin   Şaredariya Cizîrê ku qeyûm jî tayînî cihê qeyûm kirin, li şûna Midûriyeta Polîtîkayên jinan Wekîliya Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinan hat vekirin û ewil midûrê mêr hat tayînkirin. Li midûriyeta pênûsa taybet jinek heye û ji bo Midûriyeta polîtîkayên jinan jî midûrê Karê Çand û Civakî Cuneyt Munîst hat tayînkirin. Qeyûmê xebatkarên jin ên Navenda Jinê ya Sitiye Zîn ji kar derxist, sala borî beşek mala şînê ya taxa Nur wek ‘navenda çanda jinan a Nur’ xist faliyetê.    Sê sale heman qurs hatin dayîn   Li her du saziyên di bin bana şaredariyê de ji bo jinan qursa xwendin û nivîsandinê, merş, hunera destan, Kuranê tên dayîn. Derbarê xebatên berê de tu tiştek nehiştin û qursên niha tên dayîn jî bûn sedema bertekên ‘ jin û zarokan ji zewacê re amade dikin’.    Li şaredariya Sîlopiyayê ji bo midûriyeta polîtîkayên jinan Seroka Baskê Jinan a AKP’ê Gonul Urgen hat tayînkirin. Li Cizîrê jî jinên tên navenda ku kursên nexweş û dirûnê tê dayîn, hejmara jinan her diçe kêm dibe.   Li Hezexê jî piştî qeyûm hat ji bilî çêkirina rê tu xebat nayê meşandin. 3 sale der barê jinan de tu xebat nayê meşandin.   Li Qilabanê jî li şûna Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, Midûriyeta Zewicandinê balê dikşîne.