Li Girtîgeha Amedê îstîsmar û zordarî nayê dîtin 2019-01-30 09:03:58   Şehrîban Aslan   AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di mijdara 2017’an de îstîsmara akran û zordarî hat jiyîn û ev ji aliyê girtîgehê ve ji nedîtîve hat dîtin. Dadgehê di 4 mehan de biryar da. Parêzer Oyku Çakmak diyar ki kir ku refkleksa ji nedîtîve hatinê ya darazê di vê dosyayê de xwe daye der.   Li gorî Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û Qanûna Parastina Zarokan a qanûna netewî ya Tirkiyeyê ye, dema zarok ji azadiya wan bêpar bê hiştin dikare serî lê bê dayîn. Hikûmeta AKP’ê du sal şûnde dîsa pêşnûme qanûn anî rojevê û îstîsmara zarokan a li girtîgehan didome. Tevî mînakên dema nêz wezaret daxwazên şopandinê yên serbixwe baldar nagire.   Li girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 2017’an de derket holê ku zarokên girtî yên li girtîgehê li hember hevtemenê xwe şîdet, îstîsmar û pêkanînen xerab pêk anîne. Berê jî li heman girtîgehê îstîsmar hatibû jiyîn û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ev hatibû piştguhkirin.    Rêveberî li hember pergala ‘axayê koguşê’ bêdeng e!   Di koguşa 15 zarok tê de tên girtin de hat hînbûn ku zarokekî wek ‘berpirsê koguşê’ (axa) tê dîtin li hember du zarokên hevtemenê xwe îstîsmara zayendî pêk aniye û şîdeta fîzîkî ya sîstematîk kiriye. Her wiha hat îdiakirin ku vî kesî zarok tehdîd jî kiriye. Zarokên rastî îstîsmar û şîdetê hatin jî bûyer ji gardiyan O., Î, Î û R re gotine. Hat diyarkirin ku gardiyan û rêveberiya girtîgehê jî ji pêkanîna ‘berpirsê koguşê’ agahdar e.   Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê Parêzer Oyku Çakmak diyar kir ku ji ber ewlehiya zarokan navê wan nadin û got li girtîgehê komek zarok zextê li koguşê pêk tînin, du zarokên hevtemenên xwe îstîsmar kirine. Oyku wiha got: “Îhtîmala ku zarokên din jî rastî îstîsmarê hatibin heye û ji ber zarok ditirsin dibe ku naynin ziman.”   Oyku der barê dosyayê de agahî da û got: “Malbatê du zarokên rastî îstîsmarê hatibûn serî li Baroyê dan. Em ji asta lêpirsînê tevlî dosyayê bûn. Li ser Komîsyona Şopandina Girtîgehan ez, li ser navê Navenda Mafê Zarokan parêzer Omer Sansarkan. Me her duyan dosya şopand. Ji bo delîl bên komkirin û lêpirsîn baş bimeşe em bi dozger re hevdîtinan dikin. Lê mixabin refleksa ji nedîve hatinê ya darazê di vê dosyayê de jî xwe da der. Em bûn şahidê darizandike bêcezabûna rayedarên sazî û peywirdarên cemawerî. Dadgeha Cezaya Giran a Zarokan a Amedê daxwaza ku peywirdarên cemawerî bên lêpirsînkirin û darizandin red kir. Doz bi 4 rûniştinan berdewam kir. Bi awayekî lezgîn jî biryara dosyayê da.”   ‘Rêveberiya girtîgehê sûc berdewam kiriye’   Oykuyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku zarokekî rastî îstîsmarê hatiye ji dosyayek din hîna girtiye lê zarokê din hatiye tahliyekirin û got: “Piştî bûyerê zarok di heman koguşê de mane. Bi vî awayî jî rêveberiya girtîgehê sûc berdewam kiriye.Rêveberiya girtîghê ji pergala axatiya koguşê agahdar bû. Ev ji aliyê zarokan li dadgehê jî hatiye îfadekirin.”   Oyku got zarokên divê di bin parastina dewletê de bin rastî sûcên herî giran tên û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin em dixwazin ku girtîgehên zarokan bên girtin.Oyku bi lêv kir ku heta girtîgeh neyên girtin wê sûcên nû jî derkevin holê. Oyku di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew wek Baroya Amedê wê şopdarên vê dosyayê bin.