Jinên Sirînê bi meşekê piştgiriya Leyla Guven kirin 2019-01-29 16:43:43   KOBANÊ - Bi sedan welatiyên bajarokê Sirînê bi armanca piştgiriya berxwedana Leyla Guven daketin qadan.   Gelê Bajarokê Sirîn û gundewarên wê yên girêdayî  Kantona Kobanê bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma "Dengê heval Leyla Guven dengê me ye" her wiha bi hilgirtina Wêneyê Leyla Guven û alê Saziya Malbêtên şehîdan û  Kongreya Star meş li dar xist. Meş ji navenda Şaredariyê dest pê kir û li qada Sirînê veguherî mîtingê.   Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Emel Elî û li ser navê Kantona Kobanê Newroz Cûma axivîn. Di axavtinê de berxwedana Leyla hat silavkirin û hat gotin ku Leyla Guven mînaka jina azad e, ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê her têkoşîn bidome.   Jina Ereb a Ferdos Kin ku beşdarî çalakiyê bû wiha got:"Em hemû piştgiriya Leylayê dikin. Heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Jina Ereb a bi navê Xedîcê Hemo jî wiha got:"Leyla Guven rûmeta me ye. Em ê her li çalakiya wê xwedî derkevin."   Dayika bi navê Mûriş Elî wiha got:"Heta tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bê têkoşîn jiyan nabe."