Namzetên şaredariyên Şirnexê bi gel re hatin ba hev 2019-01-29 16:38:03   ŞIRNEX – HDP'ê li Şirnexê namzetên  hevşaredariyan bi gel da nasîn. Di danasîna namzetan de hat gotin ew ê li dijî zilmê serê xwe netewînin û dê bersivên herî mezin bidin qeyûman.    HDP’ê namzetên hevşaredariya Şirnex û navçeyan bi bernameyên li dar xist bo gel da nasîn. Bernameya danasînê li salona konferansê ya li ber avahiya HDP’a Bajêr a Şirnexê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî beşdarî danasînê bûn. Salon tije ma û cih lê nema. Jinan bi cilên herêma Botanê beşdarî danasînê bûn.    Deqîqeyek rêzgirtin pêk hat. Di bernameyê de ewilî Hevserokê HDP’a Şirnexê Zekî Îrmez axivî û bertek nîşanî binçavkirina Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û siyasetmedarên jin da. Îrmez destnîşan kir ku ew çalagerên greva birçîbûnê silav dikin û got: “Ev daxwaz û biryar a me ye jî heta tecrîd ranebe em ê têbikoşin.”    Parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî axivî û destnîşan kir ku ev hilbijartin gelek girîng e û ji bo bi qasî referandûmê hêja ye.    Piştî axaftinan namzetên hevşaredariyan bi gel dan nasîn û bername bi govend gerandinê xelas bû.