Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Leyla Guven name nivîsandin 2019-01-29 15:32:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Leyla Guven name nivîsandin. Di nameyê de hat gotin ku Leyla Guven li dijî zihniyeta baviksalarî û faşîst li berxwe dide.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 83'an. Jinên Rojhilatê Kurdistanê jî bi nameyekê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya Leyla Guven anîn ziman. Di nameyê de hat ragihandin ku Leyla Guven li dijî kapîtalîzmê û desthilatdariyê bedena xwe daye ber birçîbûnê û dê ev çalakî mohra xwe li rûpelên dîrokê bixe.   Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin:   "Hevala Leyla, berxwedana te li hemberî deslathilatdarî faşîzmê û zihniyeta baviksalarî ye. Tu bi çalakiya xwe hêzê dide tevgerên siyasî û bi taybetî jî tevgerên jinan ên ku li dijî desthilatdariya yekperest li berxwe didin. Hûn bi çalakiya xwe dibin dengê azadîxwazan.   Pergala desthilatdar û faşîst ev bi salane ku êrîşî gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Ev êrîşana her ji bo zarok û jinan bûye talûkeyek mezin. Deshilatdariya ji zagonan rêzê nagire û peymanên navneteweyî nagirin ber çavan di heman demê de peymana neteweyên yekbûyî ya sala 2015'an jî ber çavan nagire. Loma em dibêjin û bawer dikin ku dê hêz û îradeya jinê pêşî li van zext, zilim û zordestiyan bigire. Em ê bi hev re dîwarên dîktatoriyê hilweşînin.    Em wekî jinên Rojhilatê Kurdistanê bi vê nameyê dixwazin piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Em daxwaz dikin ku hemû kesên hestiyar piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Her wiha em bang li jinên çalak, xwedî helwest didkin ku bibin dengê kesên ku aştiyê dixwazin. Em daxwaz dikin hemû kes dengên xwe bilind bikin û tecrîd bi dawî bibe û hemû girtî azad bibin.   Jinên Rojhilatê Kurdistanê."