HDP'ê ji girtiyên ku ketine greva birçîbûnê re kart şandin 2019-01-29 14:44:29   MÊRDÎN - Rêxistina HDP û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê ji girtiyên ku li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine re ji postexaneya Yenîşehîrê ya Mêrdînê kart şandin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Meclîsa jinan a  HDP’ê ji girtiyên ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine re ji postexaneya Yenîşehîrê ya Mêrdînê kart şandin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê tevlî çalakiya kartê bûn. Jinên ji ber avahiya HDP’ê heta postexanaya Yenîşehîrê meşiyan û li ber postxaneyê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axaftinek kurt kir.   Ebru, anî ziman ku Leyla Guven ev 83 roj in di grevê de ye û gitiyên ku li dijî tecrîdê û bi armanca piştevaniya Leyla Guven ên di grtîgehê de jî çalakiya wan berdewam dike û em jî ji bo ku piştevaniya xwe bi wan re ragihînin xwest ku ji wan re kartê bişînin.