Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2019-01-29 13:09:54   EDENE - Li Edeneyê cenazeyê jinekê yê ku di bin axê de hatibû veşartin, hat dîtin.    Li Kuçeya Mustafalar a Navçeya Sariçama Edeneyê cenazeyê jinekê hat dîtin. Karkerên cotgeha hespan li cenazeyê jinekê rast hatibûn û agahî dabûn polîsan. Bi vê yekê bûyer aşkere bû.    Jandarma û ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê tespît kirin ku jina ku hatiye dîtin hatiye qetilkirin. Di encama lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku jina hatiye qetilkirin ji Sûriyeyê ye û navê wê I.E.K. ye.    Tê diyarkirin ku dibe kujerên I.E.K'ê birayê wê H.E.K. be. Derbarê H.E.K de biryara girtinê hat dayin.