Çalakiya Leyla Guven di roja 83'yan de ye 2019-01-29 11:25:22   AMED - Çakakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 83'emîn de berdewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  dabû destpêkirin di roja 83'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji doza jê dihat darizandin hat tehliyekirin, biryar da ku çalakiya xwe li malê jî berdewam bike.     Wê serdan li KCD'ê bên qebûlkirin   Leya ji roja ku hat tehliyekirin li malê serdanên ji bo wê dihatin kirin qebûl dikr, lê duh HDP'ê derbarê mijarê de axuyaniyek da û diyar kir ku serdanên ji bo Leylayê tên kirin wê li Hevserokatiya KCD'ê bên qebûlkirin. HDP'ê diyar kiribû ku Leyla ji serdanan gelek westiyaye û rewşa tendirustiya wê êdî nema destûr dide ku serndanan qebûl bike. Leya ya ku çalakiya xwe li malê berdewam dike wê serdanên ji bo wê li ser navê HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û KCD'yî qebûl bikin.   Leyla Hîna nehatiye muayenekirin   Herwiha Leyla, hîna ji aliyê heyeteke xweser a bijîşkan  ve nehatiye muayenekirin.    Öte yandan Leyla, henüz bağımsız bir heyet tarafından muayene edilmiş değil. Parêzerên Leylayê ji bo rewşa tendirustiya wê bi rêk  û pêk bê kontrolkirin parêzzerên wê serî li Odeya Bijîşkan a Amedê dabûn û xwestibûn ku heyeteke pispr her roj kontrola rewşa tendirûstiya wê bike.  Leylayê ji ber ku xwe baş hîs nekiribû muayene qebûl nekiribû.   Li bendê ye ku heyeta mijara gotinê di nava rojên pêşiya me de carekedin serdana Leylayê bike.   Çalakiya greva birçîbûnê belav dibe   Li aliyekî din jî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hat destpêkirin a koma yekemîn jî di roja 45'an de, ya Nûrerê HDP'ê yê Hewlêrê  Nasir Ygiz di roja 70'an de, ya çalakgerên li bajarê Strasbourg yê Fransayê jî di roja 44'yan de, ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 44'yan de û  ya Endama Meclisa Îştar ya Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 9'an de berdewam dike.  Herwiha çalakiya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 15'an de berdewam dike.