Bi firokeyan li ser Licê bombeyan dibarînin 2019-01-29 10:57:06   AMED - Li gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê leşkeran dest bi operasyonê kirin.     Li navçeya Lice ya Amedê ku bê navber leşker operasyonan dikin û derve li welatiyan tê qedexekirin. Hat diyarkirin ku dîsa leşker li gundê Pêçarê ya Licê derketine operasyonê. Leşker di saetên serê sibê de ji navçeya Lîcê çûn gundê Pêçarê û operasyon dane destpêkirin. Gundiyan destnîşan kirin ku leşker bi helîkopterê sewqî herêmê hatiye kirin. Beriya ku leşker derkevin operasyonê, firokeyan herêm bombe kir. Liv û tevgera helîkopteran berdewam dike.