Li Şehbayê zarokan qarneyê xwe girtin 2019-01-28 16:59:11   Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Li 1400 şagirtên Navçeyên Ehdas û Şehbayê yên Efrînê qarneyên xwe girtin.   Li 1400 şagirtên Navçeyên Ehdas û Şehbayê yên Efrînê qarneyên xwe girtin. Mamoste û şagirtan hestên xwe yên derbarê girtina qarneyan de anîn ziman û gotin:"Em hêvî dikin ku di warê perwerdeyê de pêşketinên baştir çê bibin."   Mamosteya bi navê Binefş Sîdo got:"Wek mamoste ev pênc meh in ji bo pêşketina zarokan a di warê perwerdeyê de em kedê didin. Tevî hemû zehmetiyan zarokên Efrînê serkeftî ne. Zarokan tevî hemû derfetên kêm ji bo perwerdeyê li berxwe dan."   Şagirta bi navê Vînda Osman wiha got:"Em dixwazin Efrîn rizgar bibe û em dîsa li wir perwerdeya xwe bibînin."    Ji aliyek din ve şagirta bi navê Birîtan Reşîd jî hestên xwe wiha anî ziman:" Ez 12 salî me, min îro qarnameya xwe girt, ez pir kêfxweş bûm. Ez dixwazim her serkeftî bim û em vegerin Efrînê."