Ji ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Daxwaza Girtiyan ya me ye 2019-01-28 15:29:26   STENBOL - Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan a Marmarayê greva birçîbûnê ya Leyla Guven û ya girtiyên siyasî silav kir.   Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan a Marmarayê Leyla Guven a ku 82 roj in di greva birçîbûnê de ye û berxwedana li her dera cîhanê li Pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê silav kir. Parlementera Amedê ya HDP’ê Dêrsim Dag, rêveberên HDP û DBP’ê û malbatên girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn.   Dêrsim Dag diyar kir ku berxwedana li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê geş dibe û wiha berdewam kir: “Ev tecrîd bi tenê li ser rêzdar Ocalan nayê kirin. Ev tecrîd li dijî gelên Rojhilata Navîn tê kirin. Heta ku ev tecrîd neyê rakirin, ew ê aştî, azadî û wekhevî neyê welat.”   'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'   Dêrsim diyar kir ku berxwedana Leyla Guven bûye çirûsk û ev tişt  got: “Divê berxwedana di şexsê Leyla Guven de em geştir bikin. Divê em kesên li derve jî peywira xwe bi cih bînin.” Dag ji bo mîtînga di 3’ê Sibatê ya li Bakirkoyê jî bang kir û diyar kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye.   'Tecrîd li ser tevahiya civakê ye'   Li ser navê Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan a Marmarayê Ozlem Noyan jî diyar kir heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe ew ê hejmara çalakgerên greva birçîbûnê jî zêde bibe. Noyan wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li her hemû civakê tê kirin. Ji ber vê jî em bang li hemû şoreşger, demokrat û gelan dikin. Divê her kes deng bide vê berxwedanê. “   Piştî daxuyaniyê girseyê xwest ber bi rêya E-5’ê bimeşe lê polîsan girse asteng kir. Girseyê jî li vê derê bi dirûşim û tilîliyan dest bi çalakiya rûniştinê kir.