Rêxistina HDP'ê ya Wanê namzedên Payizavayê dan nasîn 2019-01-28 15:08:58   WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê, namzedên xwe yên hevşaredar ên navçeya Payizavayê dan nasîn. Li gel hewaya sar gel eleqeyeke mezin nîşanî namzedan da. Di axaftinên hatin kirin de peyama ku wê di 31'ê Adarê de gel li îradeya xwe xwdî derkeve hat dayîn.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, namzedên xwe yên hevşaredariyê yên navçeya Payizavayê dan nasîn.  Di mezrsîma danasînê ku hat kirin de Parlamentera HDP'ê ya Wanê  Muazzez Orhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynur Tarhan, namzedên hevşardartiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci,  aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAD - Der,  Rêveberên Komeleya Lêkolîna Ziman û Hunerê (DÎSA - DER) û gelek welatî amade bûn.   'Ez çalakiya Leyla Guven silav dikim'   Di danesîn bi merasîmê aht destpêkirin û di serî de namzedên hevşaredartiyê yên Payizavayê Rojbîn Akdag û Kemal Guler gel silav kirin. Hevseroka HDP'ê ya navçeyê  Sînem Malal a ku gel silav kir jî wiha got: "Şaredarê AKP'yî yê navçeyê dibêjê 'ezê we ji qeyûman rizgar bikim' ew jî tê wateya ku ew jî ji qeyûman ne razî ne.  Wê demê em jî dibêjin di 31'ê Adarê de em ê hem AKP'ê û hem jî qeyûman ji navçeyê bişînin. Em wekî nevişên Şêx Seyîd tu carî li hemberî zilmê serî natewînin. Ez ji vir Leyla Guven a ku çalakiya xwe di roja 82'emîn de berdewam dike silva dikim."   'Em ê dîwarên betonî ji gel revekin'   Namzeda hevşaredartiyê ya Payizavayê Rojbîn Akdag jî diyar kir ku ew di kesayeta Leyla Guven de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dike û wiha got: "Em ê bi hev re bixebitin . Em ê îradeya gel ku bi dîwarê betonî hatiye dorpêçkirin id 31'ê Adarê de ji gel re vekin."   Namzedê hevşaredariyê yê Payizavayê Kemal Gueler jî wiha got: "Akp dibêje ku bi saya wê 'êdî hebûna kurdan nayê înkarkirin'.  Em jî ji vir dibêjin; hemû tiştên derbarê kurdan de we qedexwe kirin. Hebûna kurdan bi berxwedana kurdan û kurdan a di zindanan de hat qebûlkirin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê vê berxwedanê berdewam bikin."   Piştî axaftinan namzeêdên hevşaredariyê li avahiya HDP'ê ya naçeyê bi gel re hatin cem hev û sohbeta xwe berdewam kirin.