Parlamentera berê ya HDP'ê Burcu Çelik dest bi greva birçîbûnê kir 2019-01-28 12:07:40   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê ya berê Burcu Çelik ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya ku ew ê 10 rojî bidome, kir.   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 82'an. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê ya berê Burcu Çelik ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya ku ew ê 10 rojî bidome, kir.   Meclisa Jinê ya HDP'ê çalakiya greva birçîbûnê ya Burcu Çelik ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.    Daxuyanî wiha ye:"#Bi pêşengiya Leyla Guven serîhildana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan belav dibe. Burcu Çelik a ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin jî beşdarî serîhildana çalakiya greva birçîbûnê bû. Burcu Çelik dê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojî kir. Dê serîhildana jinan dîwarên tecrîdê hilweşîne.