Agir bi malek li Başakşehîrê ket 2019-01-28 11:55:45   STENBOL - Agir bi malek li Başakşehîrê ket û jinek astengdar ji ber dûmanê jehrî bû û jiyana xwe ji dest da.    Ji sedemek nediyar di saetên serê sibehê de agir bi malek li Navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê ket. Li ser îxbarê ekîbên agirkujiyê hatin cihê bûyerê. Di dema mudaxeleyê de cenazeyê jinek astengdar hat dîtin. Di encama lêkolînê de hat hînbûn ku jina ku jiyana xwe ji dest daye astengdar e û navê wê Sevim Çetin a 50 salî ye.