'Em ê heta dawî piştigiriyê bidin çalakiya Leyla Guven' 2019-01-28 10:17:14   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endamên Rêveberiyên Saziyên Jinan ên Til Temirê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de axivîn û gotin:"Jiyana Leyla Guven ne erzan e. Ew ji bo me rûmet û nîşaneya serkeftinê ye. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven."    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 82'an. Endamên Rêveberiyên Saziyên Jinan ên Til Temirê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de axivîn û gotin:"Em ê bibin dengê Leyla Guven. Em ê xwedî li fikir û ramanên Rêberê xwe derkevin û ji bo ew azad bibe em ê her di nava hewldanê de bin."   'Em ê her di nava têkoşînê de bin'   Endama Rêveberiya Mamosteyan Eyhan Yûnis wiha got:"Leyla Guven îradeya jina azad nîşan dide. Loma çalakiya wê li dinyayê deng veda. Armanca Tirkiyeyê ew e ku çalakiyên li Kurdistanê û li Ewropayê asteng bike. Lê tu kes nikare çalakiyên me asteng bike. Em ê li her aliyê cîhanê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê her di nava têkoşînê de bin. Tirkiye ya ku xwe wekî demokrat nîşan dide, di dîroka wê de gelek komkujî hene."   'Kesek nikare hêz û îradeya Gelê Kurd têk bibe'   Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir wiha got:"Leyla Guven ji bo dengê gelê Kurd û tecrîdê bi cîhanê bide bihîstin û ji bo aramiyê bedena xwe daye ber greva birçîbûnê. Çalakiya Leylayê ji bo me xwedî wateyek gelek mezin e. Em ê jî heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven. Em ê ji bo axa xwe û welatê xwe her dem çalakiyan li dar bixin. Kesek nikare hêz û îradeya Gelê Kurd têk bibe."   'Em ê heta dawî piştigiriyê bidin çalakiya Leyla Guven'   Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîca Asim jî wiha got:"Em wekî jinên Ereb di bin bandora çalakiya Leyla Guven de gelekî man. Em ê heta kêliya dawiyê li ser şopa wê bin. Jiyana Leyla Guven ne erzan e. Ew ji bo me rûmet û nîşaneya serkeftinê ye. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Em ê bibin dengê Leyla Guven. Em ê xwedî li fikir û ramanên Rêberê xwe derkevin û ji bo ew azad bibe em ê her di nava hewldanê de bin."