ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-28 09:00:00   *Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re gelek partiyan namzetên xwe yên bajar û navçeyan aşkere kirin û dê di 31’ê adarê li Tirkiyeyê bi hezaran kes  herin ser sindoqan û rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin. Namzeta HDP’ê ya navçeya Çelê Hêvîdar Ertunç têkîldarî hilbijartina herêmî nirxandin kir û got ku deriyên ku qeyûman li gel re girtin ên şaredariyê  ew ê 31’ê Adarê ji gel re carekedin vekin.  BI DÎMEN   *Jinên ku tevlî mitînga Amedê bûbûn anîn ziman ku tecrîda girankirî li dijî nirxên mirovahiyê ye û xwestin ku demildest ev tecrîd bê rakirin. BI DÎMEN   *Endama Meclisa Jinê ya PYD'ê Emel Mîrza, Însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK - Rojava) wekî riya xelaskirina welat ji gefan bi nav kir û got ku KNK - Rojava riya ku me ji gefan xilas bike ye. BI DÎMEN   *Hîlal Olmez a li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir di roja 44’emîn de ye û diyar kir ku ew jiyanek lêgerîna azadiyê nahewîne qebûl nakin û wiha got:“Me berpirsyarî girt. Heta encam neyê girtin em ê bimeşin. Divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsyariyê bigire ser xwe. Ev dem dema ku divê xwedî bibin xwedî wijdan û ked.”   *Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît plana ‘herêma bi ewle’ ya li bakurê Sûriyeyê û polîtîkayên Tirkiyeyê yên der barê Sûriyeyê de nirxand û diyar kir ku pêngavek leşkerî di siyaseta derve de têkçûnek e.   *Nûran Abay a ku bi salan e kevneşopiya tendurvaniyê didomînê, bi destmala xwe ya kesk, sor û zer, bi kincên xwe yên kurdî hem xemla xwe nîşan dide û hem jî çanda xwe berdewam dike. DÎMEN HEYE