Li Mexmûrê greva birçîbûnê bi biryardarî dewam dike 2019-01-27 12:52:21   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  çalakiya greva birçîbûnê ya ku lidijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colmêrgê Leyla Gûven û tevahî girtiyên ku di greva birçibunê de ne hat destpêkirin ji aliyê koma 15'emîn ve dewr hat girtin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştgirî dayina  çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colmêrgê Leyla Gûven û tavahî girtiyên ku di greva birçibuyinê de ne greva birçîbûnê ya ku bi awayê dorveger hatibû destpêkirin îro ji aliyê koma 15’emîn ve dewer hat girtin. Di heman demê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadile Tok jî  di roja 8’an de çalakiya xwe ya bê dem û bê dorveger ku daye estpêkirin didomîne.    Çalakiya greva birçibuyinê ya îro bi merasîmekê hat dewir girtin. Merasîm ji bo tevahiya şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeeyk rêzgirtinê hat despêkirin. Beriya ku çalakî bê dewirgirtin li ser navê koma 14’an Sabrî Mijinî axivî û wiha got: “ Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo berdewam bike wê çalakiyên me jî berdewam bikin. Rêber Apo ne şexseke. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin Gelê Kurd jî tecrît bikin. Bila faşîzma MHP û Erdoxan baş bizanibin ku nikarin li pêşiya vî gelê berxwedêr bisekinin û têk bibin. Em careke din bang li gelê xwe dikin ku bila çavên xwe ji dîktatoran re negrin. Em bang li hemû sazî û dezgehên cîhanê  jî dikin ku bila xwedî li erka xwe derbikevin.”   Merasîm bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Zindanan" bi dawî bû.