'Dem dema serîhildanê ye bila gelê Başûr dagirkeriyê qebûl neke' 2019-01-27 11:46:33   HESEKÊ- Duh di saetên êvarî de gelê Til Temirê bi konvoyeke wesayitan li kolanên bajar û gudên Til Temirê geriyan û pêşandanên gelê başûrê Kurdistanê yên li hember dagirkeriya Tirkiyeyê, silav kirin.   Gelê Şeladizê bi çalakiyeke ku li dar xist barêgeha Artêşa Tirk tevî alavên tê de şewitand û leşkerên tirk neçar man ku bargehê vala bikin. Piştî ku leşkerên tirk baregeh terikandin herêm radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Gelê bajarê Til Temirê jî bi armanca piştevaniyê duh êvarê  bi konveyeke wesayitan  li Bajarê Til Temir ê û gundên wê geriya û serhildana gelê Başûr silav kir.   'Divê başûrê Kurdistanê bi giştî rabe ser piyan'    Hevseroka Meclisa Gundê Til Nesrî yê girêdayî Til Temirê  Ehlam Umer  derbarê mijarê de axivî û wiha got:"Em serîhildana gelê başûrê Kurdistanê ya li hember Tirkiyê silav dikin.  Pêwîste ku hemû gelê Başûr rabe ser piyan û li hember dagirkeriyê serî hilde, da ku di pêşerojê de Tirkiyê pilanên dagirkirinê yên hîn berfirehtir nikaribe pêk bîne."   'Dem dema serîhildanê ye'   Ferîde Hemo jî di axaftina ku kir de  got ku dem dema serîhildanê ye û wiha berdewam kir:"Di nava her çar perçeyên Kurdistanê de sînor hene, lê em sînoran qebûl nakin û bi têkoşîna xwe em ê van sînoran rabikin û bi hev re azad bijîn. Dem dema serîhildanê ye."   Paşê şahî li gundê Til Nesrî hat lidarxistin û li ber stranên şoreşgerî govenda azadiyê hat gerandin.