Ciwanên HDP’ê li dijî tercrîdê meşiyan 2019-01-27 09:24:11   AMED - Endamên Meclîsa  Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriye bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 81 rojin li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê de ye, li 4 navçeyên navendî yên Amedê meşa meşaleyi pêk anîn.    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 81'an de berdewam dike. Çalakiyên li dijî tecrîdê ku bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven her ku diçe zêde dibin. Şevê din endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li 4 navçeyên navendî yên Amedê meşên bi meşale pêk anîn. Komên ciwanan ên HDP'ê li navçeyên Rezan, Sûr, Peyas û Yenişehirê kom bûn û li kolanan meşên bi meşale pêk anîn. Ciwanên ku li kolanan meşiyan dirûşmên “Leyla Guven rûmetae me ye" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.