ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-27 09:00:00   *Di encama pêşengtiya jinên Kurd de Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê hat paqijkirin û bi vê yekê jinên Kurd di nava rûpelên dîrokê de navê berxwedanê bi tîpên zêrîn nivîsandini. DÎMEN HEYE   *Endama PM a DBP'ê Halîde Turkoglu polîtîkayên jinan yên qeyûm nirxand û wiha got: “Hilbijartinên herêmî yên 2019’an di kesayeta jinan de girîngin. Pergala me ya jinan a hevserokatiyê hat dagirkirin û li dijî vê dagirkirinê wê têkoşîn bibe bersivek xurt.”   *Dayika Aştiyê Cemîle Aydin ku di serdegirtina malan a Îzmîrê de hat binçavkirin wiha got: “Dewlet ditirse ku grevên birçîbûnê li derve deng bidin. Divê muxalefeta Tirkiyeyê bêdeng nemîne. Divê ji bo girtiyên di grevê de piştgirî bê dayîn." BI DÎMEN   *Basra Abî ya li malê bi çêkirina berhemên destan debara xwe dike diyar dike ku ji ber krîza aborî êdî nikarin wek berê  qezenc bikin û got ku krîzê herî zêde jin xizan kirin. BI DÎMEN   *Li Botanê Kîzwanên ku di mehên zivistanê de hişkirî tê bikaranîn, ji sabûna wan bigire heta kahweya wan yek ji çavkaniya herî girîng a debarê ya gel e. BI DÎMEN