Jinan bi tilîlî û çepikên xwe piştgirî dan Leyla Guven 2019-01-26 14:35:18   MÊRDÎN – Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxûyanî da. Di daxûyaniyê de hat gotin ku kes nikare mafê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji destên wî bigirin. Girseyê dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Siyasiyên girtî rûmeta me ne” berz kirin ve piştgirî dan grevên birçîbûnê.   Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîdkiridna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 80’an de greva birçîbûnê didomîne. Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li Qada Azadiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê daxûyaniyek hat dayîn. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Komelaya Nivîskarên Kurd a Mêrdînê û gelek welatî tevlî daxûyaniyê bûn. Beriya daxûyaniyê  pankarata “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye” hat vekirin û xwestin ku ji HDP’ê heta Qada Azadiyê bimeşin. Polîsan mudaxale kir û pankart rakirin û piştre jinan bi çepik û tililiyan meşiyan heta Qada Azadiyê.     Li ser navê Meclîsa Jinan, Hevseroka HDP’ê ya Qoserê Berîvan Yildiz Ata daxuyanî xwend.    Berîvanê wiha got:   "Hevdîtina ku birêz Ocalan beriya 15 rojan bi birayê xwe re pêk anî hevdîtinek malbatî ye, ev girîng e. Lê belê belê pêwîst e divê malbat û parêzerên wî tim pê re hevdîtinê pêk bînin. Ev di Makeqanûnê Tirkiyeyê de maf e û ev mafê ku ji destê wî de tê girtin ne hiqûqî ye. Divê ev maf bê bikaranîn û divê hem malbat û hem jî parêzerên wî pê re bikaribin hevdîtinê bikin. Leyla Guven têkoşîna ku destpê kiriye re pêşengî kir. Em gelek kêfxweş bûn ku hatiye tahliye kirin. Lê ev ne biryarekî hiqûqiye, ev bi biryara siyasî pêk hat û me vî carekedin dît. Ev tahliyeyek dereng bû û em vê jî baş dizanin ku heta daxwaza me bi cih bê dê têkoşîna me berdewam bike.”   ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye’   Berîvan, di dawiya axaftina xwe de got ku di pêşengiya Leyla Guven de grevên birçîbûnê yên ku hatine destpê kirin berdewam dikin û daraz ji bo ku di encama rewşek neyînî de xwe berpirsyar nebine biryara tehliyeyê daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em gelek kêfxweş bûn ku Leyla Guven hat tahliye kirin. Em ê xwedî berxwedana girtiyan derbikevin. Têkoşînekî hîn berdewan dike. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye!”   ‘Dê li Tirkiyeê dewleta hiqûqê bê avakirin’   Piştre Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axaftinek kurt kir. Ebru, bi lêv kir ku tecrîd sqandalek bêhiqûqî ya vî welatî ye û wiha domand: “Em zanin ku demokrasiya vî welatî, azadiya vî welatê bi rakiriya tecrîda ser Birêz Ocalan ew ê pêk bê. Birêz Abdullah Ocalan dema azad bû em ê jî li ser vê axê bikaribin ku azad bijîn û dê li Tirkiyeyê dewleta hiqûqê bê avakirin.”   Piştî axaftina Ebru Guven, girseyê dirûşmên“Leyla Guven rûmeta me ye” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin ve dawî li çalakiyê anîn.