'Li derve jî li hundur jî dê berxwedana me bidome' 2019-01-26 12:32:30   AMED - Derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibû destpêkirin de li ser navê girtiyan  Deniz Kaya daxuyanî da û got:"Li derve jî li hundur jî dê berxwedana bidome. Dê tecrîd bişkê."   Derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibû destpêkirin de li ser navê girtiyan  Deniz Kaya daxuyanî da û got:"Heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê dawî li çalakiyên xwe nînin. Em ê çalakiyên xwe bi awayekî xurtir bidomînin. Li dijî polîtikayên şer ên taybet dê berxwedana me bidome."   'Çalakiya Leyla Guven gelek girîng û taybet e'   Deniz anî ziman ku heta tecrîda giran bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got:"Leyla Guven niha li derve çalakiya xwe didomîne. Ev yek ji bo me gelek bi wate ye. Em girtiyên PKK û PAJK'î em li hundur bin jî li derve bin jî dê têkoşîna me bidome. Em bangî raya giştî û gelê xwe dikin ku heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Li derve jî li hundur jî dê berxwedana bidome. Dê tecrîd bişkê."