Kongreya Star ji bo Leyla Guven daxuyanî da 2019-01-26 12:28:51   QAMIŞLO - Rêxistina kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî biryardariya çalakiya Parlamentera Colemergê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven slav kir.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 80'an. Rêxistina kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî biryardariya çalakiya Parlamentera Colemergê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven slav kir.    Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:    Di roja 80'emîn bandora çalakiya Leyla Guven li hemû cîhanê  belav bû û ji qada Navnetewî gelek piştgirî ji Leyla Guven re hat nîşandan. Loma jî Dewleta  Tirk biryara serbest berdana wê da. Ev biryara dewleta tirk di encama berxwedaniya rêheval Leyle Guven hat dayîn û di hemen demê de encama piştgiriya berxwedaniya çalakiyê hemdem hat kirin. Di serî de her çar perçeyên kurdistanê derveyê welat Ewropa, Lubnan, Mexmur, di asta cîhanî de rêxistinên jinanan û gelekê  perlementeran, piştgiriya çalakiya Gireva Birçîbûnê ya Leyla Guven kirin  û di encama van piştgiriyan ku bi armanca  şikandina tecrîda li ser rêber Apo şikandinbû hat kirin.   Dewleta Tirk bi lîstokan nikarî bi ser bikeve   Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser nêzîkatiyên Dewleta Tirk û wiha domiya: Piştî ku çalakî di asta navnetewî de hat belavkirin, dewleta tirk bi hîlebazî nêz bû û îzin da birayê rêber Apo ku biçê Grêva Imraliyê. Ev lîstoka dewleta tirk bi armanca rê li pişiya berxwedanê bigrê û hin jî berxwedana ku mezin dibe bê bandor bike. Lê berxwedanvanên ku bi armanca şikandina tecrîdê dest bi çalakiya girava birçîbûnê kiribun siyaseta dewleta  tirk vala derxistin. Biryardariya xwe ji bo berdawamkirina çalakiyê ragihandin.   Piştgiriya bi heybet hişt ku sînorê zindanê hilweşe    Her wiha di daxuyaniyê de hat ziman ku Dewleta Tirk  ji ber berxwedaniya mezin û piştgiriya gel Leylayê berdaye û wiha hat domandin: Ji Neçariya dewleta tirk li berenberî mezinbuna berxwedanê, biryara serbest berdana heval Leyle Guven da, lê berxwedaniya ku gerdûnî bûye di asta herî jor de wê dewam bike, heta ku tecrîda li ser rêbertîyê bê şikandin. Êdî berxwedana ku di sala 1982'an de li zîndana Amedê de hatibu destpêkirin di roja îro de gerdunî  bûye.   Kongra Star piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven kêm nekir!    Di daxuyaniyê de biryardariya girêdana çalakiya Leyla Guven hat destnîşankirin: "Em weke Kongira Star û pêkhatiyên Bakurê suriyê, vê çalakiye silav dikin û heya dawiyê bi hemû hêza xwe em ê piştgiriya berxwedana hemdem em ê bikin heta ku em serkeftinê misoger bikin.Bi Şiyara "em  tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin kurdistanê azad bikin," li Bakurê Suriyê em dest bi rêze çalakiyan dikin.    Di dawiya daxuyaniyê de ev hatin ziman: Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe dikin ku di van rojên dîrokî yên berxwedanê de rabin ser piyan û li qadan bibin dengê rêhevalên ku pêşengtiya berxwedanê dikin."